Cîhan
Hikûmeta Sûrî bo vegera penaberan civînekê li dar dixe
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku, Sûriye dê li ser koçber û penaberên xwe civîneke navnetewî û dîrokî li dar bixe.
Serokê navenda niştimanî di rêveberiya berevaniya Rûsyayê de îro Çarşemê di civîneka xwe de ragihand ku, Sûriye dê civîneke navnetewî û dîrokî li ser koçber û penaberên xwe bi beşdariya NY û hejmarek welatên din li dar bixe.
Wî berpirsê rûsî da zanîn ku, hemû welatên ku, penaberên Sûriyê li cem xwe vedhewîne dê werin vexwendin daku, jiyana welatiyên Sûriyê normal bike.
Di 18ê Tîrmeha borî de Rûsya bi armanca vegerandina penaberên Sûriyê ji welatên derdorê hejmarek navend bo pêşwazîkirina wan navendan ava kir.