TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Sûriyê, DAIS û HSDê lihev kirin

📅 19 cotmeh 2018 01:32

PeyamaKurd - Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand, bi rêketineka di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û DAIŞê de, biryar e di nava du rojên bê de, 25 dîl ên Sûriyê yên di destê DAIŞê de bên berdan.

Rewangehê diyar kir, ku piştî nêzîkî sê mehan ji revandina wan kesan, biryar e li gorî rêketinekê di navbera DAIŞ û Hikûmeta Sûriyê û HSDê de, 9 jin û 16 zarok ku ji parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê ne, ji aliyê DAIŞê ve bên berdan.

Hat ragihandin, ku DAIŞê ji bo berdana wan dîlan, merc danîbû ku divê Hikûmeta Sûriyê û HSDê 60 jinên DAIŞê serbest berdin.

Di 25 Tîrmehê de, çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Siwêda kirin û zêdetirî 200 kesan kuştin û hejmarek jin û zarok jî revandin.

Parve bike: