TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Sûriyê: Daxistina tabelayê sabotaj e

Admin H
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 17:28

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Sûriyê, derbarê daxistina tabelayê û xwepêşandanên li Hesekê yên piştî daxistina tabelaya Kurdî ya Koşka Dadê de daxuyaniyek tund belav kir.

Wezaretê daxistina tabelayê wekî “talankirin û sabotaj” bi nav kir û ragihand ku ew ê li dijî berpirsyaran pêvajoyeke qanûnî bidin destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî guherînên siyasî û hilweşîna rejîma berê, xebatên ji bo çalakkirina saziyên dewletê û tevlîkirina wan di nav pergala navendî de berdewam dikin.

Wezareta Dadê ragihand ku bi saziyên peywendîdar re di nav hevahengiyê de ne daku kesên tevlî "êrîşên neqanûnî" bûne werin lêpirsînkirin û bên dadgehkirin. Herwoha wezaretê destnîşan kir ku ew ê ji bo xurtkirina dadê û serweriya qanûnê li seranserê welat gavên paşde neavêjin.

Aloziya tabelayê û protestoyên dijî rakirina Kurdî

Piştî ku tabelaya bi zimanê Kurdî ji ser avahiya Dadgeha Hesekê hat rakirin û li şûna wê tenê tabelayek bi Erebî û Îngilîzî hat danîn, gelê herêmê nerazîbûneke mezin nîşan da. Xwepêşanderan tabela nû daxistin û ev pêla nerazîbûnê ji Hesekê derbasî Qamişloyê jî bû.

Wezaretê ev xwepêşandan jî wekî hewildaneke ji bo "belavkirina fitne û kaosê" bi nav kir û îdia kir ku ev kiryar li dijî serweriya qanûnê ne.

Parve bike: