TR KU SO
FB X
Cîhan

HILBIJARTIN / STENBOL | Yildirim dengê xwe bikar anî: Heke me dilê hev histibe...

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2019 15:50

PeyamaKurd - Namzedê AKPê yê Stenbolê Binalî Yildirim li navçeya Tuzla ya Stenbolê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.

Yildirim dema dengdanê diyar kir ku wan di bangeşeya hilbijartinê de, soz û karên ku bikin ji hilbijêran re gotine û dê îro jî şaredarê ku 5 salan Stenbolê birêve bibe diyar bibe.

Yildirim herwiha helalî xwest û got ku heke wan di kampanyayên hilbijartinê de dilê hev hiştibe, "Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bira li min helal bikin"

Namzedê AKPê spasî li hemwelatiyên tevaya anadolê kir û got, di hilbijartinên Stenbolê de ne tenê Stenbolî, ji hemû herêm û bajarên Tirkiyê tevlî kampanyayê bûne û ragihand ku ew dê proseya hilbijartinê û encaman li Navenda AKPê ya Stenbolê bişopîne.

Proseya Dengdanê Dest pê kir | Kurdên Stenbolê qedera hilbijartinê diyar dikin

Parve bike: