TR KU SO
FB X
Cîhan

Hilbijartinên parêzgehên Iraqê nayên kirin

📅 18 cotmeh 2018 04:16

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, ku hilbijartinên civatên parêzgehan di dema xwe ya diyarkirî de nayên encamdan ku biyar bû 22ê meha çileyê îsal birêve biçin.

Serokê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Meen Hîtawî di daxuyaniyekê de ragihand ku hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê di dema xwe de nayên encamdan.

Meen Hîtawî diyar kir kuli gora yasaya hilbijartinan ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin, ji bo amadekariyên hilbijartinan pêwîstî bi 6 mehan heye.

Serokê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê her wiha got, divê şêwrê bi hikûmeta nû ya Iraqê bikin ji bo ku demeke nû ji bo encamdana hilbijartinên civata parêzgehan diyar bike.

Di heman demê de  Hîtawî da zanîn ku amadekariyên encamdana hilbijartinan herî kêm pêwîstî bi 8 mehan heta salekê heye ji bo ku komîsyon bikaribe kartên nû yên dengdanê amade bike û amûrên nû bikire, ji ber ku piraniya wan li Resafeya bajarê Bexda şewitîne.

Parve bike: