Cîhan
Hilbijartinên Parlamena Ewropayê dest pê kirin
PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE) ku 28 welatên endam hene îro dest pê kirin. Proseya dengdanê li welatên Holanda û Brîtandayê îro bi fermî dest pê kir.
Dê di hilbijartinên PEyê de ji 28 welatan bi giştî 418 milyon hilbijêr dengê xwe ji bo 451 parlamentaran bikar bînin.
Proseya hilbijartinê 7 rojan berdewam dike û heta 29ê Gulanê berdewam dike.
Proseya dengdanê li Îrlanda û Çekyayê roja Înê, li Fransa û çend welatên din roja Şemiyê û Almanya û piraniya welatên mayî jî roja Yekşemê dest pê dike.