Cîhan
Hilbijartinên Tirkiye | YSKê bihayê serlêdana bo nemzadiya serokomar eskere kir
PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) derbarê xebatên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomarî û parlamentoyê de agahî dan.
Serokê YSKê Ahmet Yener, da xuyakirin ku rêkar û prensîbên bo nîşandana namzedên serokomariyê hatine diyarkirin û got, kesên bixwazin bi awayê serbixwe bibin namzedê parlamentariyê divê 55 hezar û 598 lîreyî Tirkî razînin hesabê YSKê.
Herwiha hat diyarkirin kesên ji aliyê hilbijêran ve ji bo serokomariyê werin namzedkirin jî wê 555 hezar û 980 lîreyê bidin.
Serokê YSKê da zanîn ku lijneya wan bi awayê yasayî li ser dixebite da ku hêsankarî ji bo kesên kêmendam bikarin deng bidin bê kirin.