Hindik mabû serê cîhanê destpêbike
PeyamaKurd – Balafirên Rûsyayê yên bombardimanê yên artêşê ji Derya Reş, Baltik, Atlantîka Bakûr û Derya Bakûr bi yek carekî bi hewa dikevin û li hemberê wan yên NATO yê ku Tirkiye jî di nav wan de ye, radibin. Li gor ragihandina malpera dîjîtal ya nêzê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê dibeje di wexta tetbîqata NATO yê de keştiya Tirkiyê nêzî Kirimê dibe û li ser wê hêzên deryayê yên Rûs tevî sîstemên hewayî dixin dewrê.
Li ser mijarê arîşe di nav 6 sietan de tê çareserkirin. Li 4 deveran hindik mabû şer derê lê tê gotin ku keştiya Tirkiyê ya ku xwe nêzî Kirimê kiriye, bûye sedema vê yekê. Ragihandin ji aliyê malpera bi navê Avia.pro de hat kirin.
Li gor nûçeya malperê; keştiya Tirkiyê xwe nêzî Kirimê kiriye û li ser bûyerê Rûsya sîstema parastina hewayî xistiye nav tevgerê. Li gor malpera Avia.pro 6 keştiyên Rûsya yên noqavê li Derya Reş hene.
Tetbîqata di 19-29 ê adarê de ya bi navê SeaShield 2021 ê hatibû kirin û tê de Tirkiye, Amerîka, Romanya, Îspanya, Bûlgaristan, Yûnanistan û Polonya hebûn. Keştiya Tirkiyê ya bi navê TCG Kemal Reis di tetbîqatê de bû.
Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê Kirimê weka axa Rûsyayê qebûl nakin. Şerê cîhanê yê yekem jî li ser Kirimê li ser topbarana Sîvastopolê destpêkiribû.