Hindîstan: Li dijî Modi, 26 partî bûn yek
PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji qada siyasî ya Hindîstanê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji bo Hilbijartinên Giştî yên 2024an, li dijî partiya Modî 26 partî bûn yek.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku li Hindîstanê, 26 partiyên siyasî hevalbendiyek ava kir ku di Hilbijartinên Giştî yên 2024an ên Hindîstanê de bi Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya bi serokatiya Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modi re hevrikiyê bikin.
Ev tevgera ku bi navê Hevbendiya Pêşveçûn a Neteweyî ya Hindîstanê hat binavkirin, bi kurtenavê xwe wekî INDIA hat ragihandin û dest bi xebatên navxweyî hat kirin.
Van partiyan bi daxuyaniyeke hevpar armanca xwe eşkere kir û got ku
"Siberoja komara me, di bin êrîşa pergalkirî ya partiya BJPê de ye û bingehên destûra Hindîstanê, laîk, demokratîk, serweriya aborî, dadmendiya civakî û federalîzmê, bi rêbaz û hovane tên hejandin."