TR KU SO
FB X
Cîhan

Hindistanî nerazîbûna xwe li dijî proja 15 milyar dolarî ya Google nîşan didin

Admin M
Nivîskar
📅 07 tebax 2026 15:03

PeyamaKurd – Google li Hindistanê navenda doneyan ya veberhênanê dike lê Hindistanî bi sedema ku dê proje zerarê bide çavkaniyên avê û jiyana yabanê, bi çalakiyan nerazîbûna xwe diyar dikin.

Avakirina avahiya navenda doneyan bi awayekî lezgîn dewam dike. Pala li ser şantiyê heya axa sor paqij dikin û ast bi ast dikin teras. Lê kesên hawirdoriyê zorê didin ser desthilatê û ev jî li pêşiya şîrketa teknolojiyê ya Amerîka Google ê dibe asteng. Proje gelek mezine û miqdarê wê 15 milyar dolar e.

Eyaleta Andhra Pradeştê ji aliyê hevkarekî serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ve tê birêvebirin. Proja navborî li eyaletê weka guherandinê û dîrokî tê bi navkirin û serokqezîr red dike ku proje zerarê dide çavkaniyên avê û jiyana yabanî.

Naveroka projê bi temamî diyar nekirne lê lê berya deswt bi projeye bikin, temnamê encaman hesab kirine û ev proje jibo Google dê bibe wekî ezmûnekî.

Parve bike: