TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbulahê ragihand ku Ne’îm Qasim sekreterê wê yê nû ye

Admin İ
Edîtor
📅 29 cotmeh 2024 16:31

PeyamaKurd – Hizbulaha Lubnanê îro (29ê cotmeha 2024an) ragihand ku Ne’îm Qasim wek cîgirê Hesen Nesrela hilbijartiye. Nesrela meha borî piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê hatibû kuştin.

Di wê daxuyaniyê de ku ji Hizbulahê ve hat weşandin, tê ragihandin ku Desteya Bilind a Hîzbullahê bi hilbijartina Şêx Ne’îm Qasim wek Sekreterê Giştî yê nû razî bûye.

Berî Ne’îm Qasim, Haşim Sefaedîn wekî sekreterê nû yê Hizbullahê hatibû ragihandin ku wî yê ji dêvla Hesen Nesrela rêberiya Hizbulahê bikira dihat, lê ew jî piştî kuştina Nesrela di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li derdora Bêrûdê hatibû kuştin.

Ne’îm Qasim ku 71 salî ye û yek ji damezrînerên Hizbullahê ye û ji sala 1982yan heta ji sala 1991ê ve cîgirê sekreterê giştî yê vê rêxistinê bû, berî ku Nesrela rêberiyê bike.

 

Parve bike: