TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbullah: Ji bo em nekevin ser gelek peyam ji Washingtonê hatin!

Admin H
Nivîskar
📅 02 mijdar 2023 00:18

PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê Hizbullaha Lubnanê ji medya Îranê re ragihand ku ji bo beşdarî şerê Hemas-Îsraîlê nebin, ji Washingtonê gelek peyam hatine.

Rayedarê Hizbullahê wekî peyama dawî ji Washingtonê gt ku ji wan hatiye xwestin xwe dûrî pevçûnên Îsraîlê bikin.

Rayadarê Hizbullahê ji peyamnêrê ajansa îranî re wiha gotiye: "Cuda cuda û gelek caran peyamên ku Amerîka û hin hevpeymanên wê dixwazin em dûrî şerê rejîma Sîyonîst bibin hatin. Me di bersiva xwe de, bi eşkeriyî binê serxwebûn û pabendbûna rojeva xwe xêz kir.”

Beriya niha Hizbullahê ragihandibû ku heger êrîşên ser Xezeyê zêde bibin û hêzên biyanî beşdarî şer bibin, ew ê jî li kêleka Hemasê û hevpeymanên wê şerê Îsraîlê bikin.

Parve bike: