Cîhan
Hîzbullah ji peymana navbera Îran û DYAyê raziye
PeyamaKurd – Hîzbûllaha Lubnanê li ser ragihandina xalên peymana navbera Îran û DYAyê ya ji aliyê Pakistanê de ku serokwezîrê Pakistanê Şerîf ragihand, daxwuyaniyekî nivîskî belav kir.
Di daxwuyaniyê de Hîzbûllahê got ku ew ji peymanê raziye lê ger ji Îsraîlê êrîşekî here ser Hîzbullahê dê mafên xwe yên bergiriyê bikarbînin.
Hîzbullah di daxwuyaniya xwe de bi sedema rola di peymanê de sipasiya hukumeta Îranê, artêşa Îranê û xelkê Îranê kir û peyamên teqdîrê ji wan welatên ku rola wan di peymanê de hene re şand.
Bi peymanê re keşyî niha di Tengava Hurmizê de dest bi çûn û hatine kirine.