TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbullahê bi dîmenên tunelan gef li Îsraîlê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2024 21:30

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê bi belavkirina dîmenên tunelên binerdî yên tije moşek û cebilxane gef li Îsraîlê xwar.

Hizbullahê bi belavkirina dîmenên tunelan peyam da Îsraîlê û got, “Ger şer bi me re bê kirin, ji Lubnanê ta sînorê Urdinê, ji Deryaya Sor heta Kiryat Şmonayê û Elîat û li tevahiya Filîstînê wê şer belav bibe.”

Herwiha Hizbullahê di peyama xwe de gef xwariye ku dê Îsraîl rastî şerekî rastîn ê ku qet hêvî nake bibe.

Di dîmenên hatine belavkirin de, ji kûr ve dengê Rêberê Hizbullahê Hesen Nesrellah jî tê bihîstin.

Parve bike: