Cîhan
Hizbullahê ji bo rawestandina êrîşan 3 merc danîn
PeyamaKurd - Rêberê Hizbullahê Naîm Qasim, derbarê danûstandinên aştiyê û êrîşên berdewam ên Îsraîlê de daxuyanî da û got ku heta dagirkeriya li ser xaka Libnanê bi dawî nebe, berxwedana wan dê bi her awayî berdewam bike.
Qasim tekez kir ku mercên wan ên sereke rawestandina temamî ya êrîşan, agirbest û vekişîna artêşa Îsraîlê ye.
Qasim nêzîkatiyên ji bo bêçekkirina Hizbullahê red kir û destnîşan kir ku peymaneke bi vî rengî dê hêza Libnanê ji nav bibe û rê bide ku Îsraîl tiştên ku di şer de bi dest nexistine, di ser maseya siyasetê re qezenc bike.
Qasim hişyarî da Tel Avîvê ku heta gund û bajarên Libnanê di bin xetereya bombeyan de bin, niştecihên cihû yên li bakurê Îsraîlê jî tu carî di ewlehiyê de nabin.