TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbullahê li ser peymana Amerîka û Îranê daxuyaniya yekem da

Admin L
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 10:45

PeyamaKurd - Serokê Hizbullahê Naîm Qasim li ser peymana têgihîştinê ya ku wê di navbera Amerîka û Îranê de were îmzekirin şîrove kir û got, "Em gelê Îranê, serokatiya wan û her kesê ku piştgirîya azadiyê dike ji bo vê serkeftina mezin pîroz dikin. Armanca vî şerî têkbirina rejîmê bû."

Naîm Qasim derbarê peymana têgihîştinê ya ku tê payîn di navbera Amerîka û Îranê de were îmzekirin de daxuyaniyek da.

Qassim peymana ku di navbera aliyan de hatiye îmzekirin wekî "serkeftinek mezin" bi nav kir û got, "Em gelê Îranê, serokatiya wan û her kesê ku piştgirîya azadiyê dike ji bo vê serkeftina mezin pîroz dikin."

Der barê êrîşên hevbeş ên ku di 28ê Sibatê de ji hêla Îsraîl û Amerîkayê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin de, Qasim got, "Armanca vî şerî têkbirina rejîmê, hilweşîna wê bû. Ev armanc û planên kolonyalîst ên li dijî Îranê têk çûn."

Rêberê Hizbullahê diyar kir, "Divê her mijarek têkildarî rêkxistina rewşa me ya navxweyî, tevî mijara çekan, aborî, stratejiya ewlehiya neteweyî, an stratejiya parastinê, bi tevahî ji danûstandinan were derxistin. Em ê van mijaran di hundir de nîqaş bikin. Ji ber vê yekê, daxwaza bingehîn di her danûstandinekê de divê serweriya Lubnanê be."

Parve bike: