Cîhan
Hollande: Kurdan di dema dijwar de alîkariya hevpeymaniya navnetewî kirin
Serokê berê yê Fransayê François Hollande, diyar kir ku dive civaka navnetewî dengê xwe zêdetir li Tirkiyê û Rûsyayê bike da qene şerê li Efrînê bisekinîne û got ku kurdan di wextê herî zor de pişgiriya hevpeymaniya navnetewî kiriye.
Hollande teklîf kir ku qada Efrînê ji bo firîna balafiran bila were qedexekirin û divê em li dijî Rusya û Tirkiyê dengê xwe bilindtir bikin.
Herwiha serokê berê yê Fransayê Hollande bandora kurdan a di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr xist û got: "Ez xwe mecbûr dibînim ku îro em alîkariya Kurdan bikin. Divê em jibîr nekin ku Kurdan di rewşa herî zor û zehmet de barê herî giran hilgirtin. Li Reqqayê û li deverên dî jî di şer de ew li pêş bûn.