Cîhan
Hook: “Em ê bersiva Îranê bê tereddut bidin.”
PeyamaKurd- Temsîlkarê Amerîkayê yê taybet bo Îranê Brian Hook got eger Îran êrîş bike ser berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê, wê bê tereddut bersiva leşkerî bidin Îranê.
Temsîlkarê taybet Hook li Washingtonê di panela bi navê “Desteka Îranê bo grûbên çekdar û pêşdeçûnên di derbarê fuzeyan de” li ser Îran û herêmê şiroveyan kir. Hook got ku grûbên li ser navê Îranê şer dikin sîlihên Yemenê, Afxanistan, Iraq û Erebistanê bikartînin û tesbîta wan kirine. Eger li hemberê Îranê nekevin nava tevgerê, wê rîska gengeşeyan zêdetir bibe.
Hook îşaretê bi bal mijara êrîşên ser balyozxaneyên Amerîkayê yên li Basra û Iraqê kir û got: “Eger Îran êrîşê berjewendiyên Amerîkayê yên herêmê bike, em ê tereddutê nekin û bersiva leşkerî bidin.”