HSD ê 300 kesên ISID ê serbest berdan
PeyamaKurd- Di encama operasyona HSD ê ya bo ser İŞİD ê li Baxoz û Dêrezorê gelek endamên İŞİDê hatibûn girtin. Niha HSD 300 kes ji wana serbest berda. Girtiyên hemwelatiyên Sûriyê bi navbeynkariya serokên eşîran û rêvebirên herêmê serbest hatin berdan. Li gor ragihandina HSD ê di mijara kesên ku serbest hatine berdan de ew kesên ku neketine nav şerekî ne û weha dewam kir:
“Rêya xwe wenda kirine. Adet û hûqûqa Sûriyê îhlal kirine. Hinek ji wan hatine xapandin lê ew hêjî zarokên me yên Sûriyê ne. Serbest berdana wan jesta hevkarî, biratî û merhametê ye.”
Di nava kesên berdayî de kesên ji Reqqayê ku navenda İŞİDê bû û ji bakûrê Sûriyê ji gelek bajaran kes hene. Çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyê ku navenda wê Londra (SOHR) ye ragihand ku ev ne cara yekêye HSD İŞİD iyan berdide lê ev cara ewiliyê ew çend qelebalixin.