Cîhan
HSD: Me ew herêm jî azad kir!
PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku pêşdariya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, got ku me herêma Deşîşê azad kiriye.
Hêzên Sûriya Demokratîk di malpera xwe ya înternetê de di derbarê operasyonên li dijî IŞÎDê de daxuyaniyek da û got ku me herêma Deşîşê bi tevahî ji destê IŞÎDê derxistiye. Niha herêm di bin qontrola me de ye. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku IŞÎD bi 3 km.yan li nêzîkî hidûdê Iraq û Sûriyê bi cih bûye.