Cîhan
HSDê deriyê Til Sefûkê rizgar kir
PeyamaKurd - Li gor nûçeyên medyaya ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), derîyê sînorî yê Til Sefûkê kontrol kirin û herwiha piştî 21 rojan ji destpêkirina operasyona Bahoza Cizîrê, xwe gihandin sînorên Iraqê.
Duh Hêzên Sûriya Demokratîk, piştî şer û pevçûnan li himberî têrorîstên DAIŞê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymanan, gundê El-Zîba jî kontrol kirin ku 6 Km ji sînorên Iraqê dûr e.
Li gorî daxuyaniyên HSDê, ji destpêka operasyonê ve, wan bi qasî 30 Km çargoşe xistine bin kontrola xwe.
Gundê El-Zîba ji bo têrorîstên DAIŞ`ê stratejîk bû ku bi riya wî gundî heya sînorên Iraqê, alîkariyên locistîk ji wê re dihatin.