TR KU SO
FB X
Cîhan

HTS li dijî hevdîtinên Tirkiye-Sûriyê derket: Em ê heta bigihin Samê ser bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2023 22:33

PeyamaKurd - Serokê rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam  (HTŞ) Ebû Mihemed Colanî ku di serî de Idlib gelek herêmên Sûriyê yên destê opozîsyonê kontrol dike, li dijî danûstandinên asayîbûnê yên navbera Tirkiye û Sûriyê derket.

Colanî, di axaftina xwe ya ku li pêş wêneyê Mizgefta Emewî ya Şamê kir de, hewldanên Tirkiyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rejîma Sûriyeyê re wekî zivirandineke ji nû ve pênase kir û bang li hemû aliyên opozîsyona Sûriyê kir: “Em ê şer bikin heta ku em bigihin Şamê û rêjîmê hilweşînin."

Di vîdyoya 4 deqeyan a medya Heyet Tehrîr El-Şamê belav kiriye de, Ebû Mihemed Colanî, civîna sêalî ya li Moskowê wekî “zivirandineke metirsîdar” pênaser kir û wek astengeke li pêşiya armancên şoreşê şîrove kir.

Herwiha Colanî, Beşar Esed bi kuştina milyonek sivîl, koçberkirina 12 milyon Sûrî, kuştina jin û zarokan bi bombeyên kîmyewî û belavkirina bazirganiya madeyên hişber tohmetbar kir û got: “Kî dê razî bibe ku li kêleka tawanbarekî wiha be?”

Serokê HTŞê herwiha bibîr xist, şerê wan ê li dijî hikûmeta Sûriyê ne şerekî siyasî ye, lê şerekî di navbera rastî û xeletiyê de ye, kî li dijî vê têkoşînê raweste wê winda bike û têk biçe.

Colanî bal kişand ser ku wan xwe ji bo rojên dijwar ên bên amade kirine û bang li hemû aliyên opozisyonê kir ku ji bo rûxandina hikûmeta Sûriyê piştgirîya wî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di navbera wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê de li Moskowê di 28ê Kanûna 2022yan de, ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê civîneke sêalî hatibû lidarxistin. Piraniya opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bi tundî li dijî normalkirina pêwendiyên Şam-Enqerê derketin û li herêmên kontrola opozîsyona Sûriyê jî xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

Parve bike: