TR KU SO
FB X
Cîhan

HTSê koma Nuredîn Zengî li herêmê tune kir...

Admin S
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2019 16:00

PeyamaKurd – Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) El Nûsraya Berê ku ev çend roj in bi komên din ên çekdar re şer dike, keleha dawî ya koma Nuredîn Zengî Kubtanul Cebel bi dest xist û hebûna wê komê li deverê ji holê rakir.

Li gor çavkaniyên herêmî, şerê navbera HTŞ û Nuredîn Zengî ku li rojavayê Helebê berdewam dikirin, bi dawî bû û HTŞ beşeke mezin a rojavayê Helebê xist kontrola xwe.

Herwiha li gor çavkaniyên nûçeyî yên herêmê, navendên girîng ên koma Nuredîn Zengî (ligel Tirkiyê kar dike) Şêx Suleyman, Tabûra 111, Kabtan Cebel û Ancara ketin destê HTŞê.

Li herêma Idlibê jî car caran şer di navbera hêzên Artêşa Sûriya Azad (ASA) û HTŞê de diqewime.

Parve bike: