Huckabee: Îsraîlê Trump li ser plana sûîqestê agahdar kir
PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, îdîayên ku digotin Tel Avîvê derbarê plana nû ya Îranê ya ji bo sûîqestkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump agahiyên îstîhabaratî dane Washingtonê, bi awayekî fermî piştrast kir.
Huckabee di hevpeyvîneke ligel kanala nûçeyan Fox Newsê de eşkere kir ku saziyên sîxuriyê yên Îsraîlê vê hefteyê hişyariyeke pir taybet dane aliyê Amerîkayê û ew li ser hebûna planeke berfireh a ku ji bo ji kuştina Serok Trump hatibû amade kirin, agahdar kirine.
Balyozê Amerîkayê pirsên derbarê guhertina balafira Trump a di dema derketina ji Tirkiyeyê de bêbersiv hişt û diyar kir ku ew tenê dikare li ser wan raporên ku ketine ber destê raya giştî biaxive, lê hebûna vê plana xeternak aloziyeke nû ya ewlehiyê di asta navneteweyî de nîşan dide.