TR KU SO
FB X
Cîhan

HUDA PAR: Hismendiya CHPê, jinan bênirx dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 gulan 2023 04:00

PeyamaKurd- Seroka Şaxa Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê Meryem Kîraz, bi daxuyaniyekê bal kişand ser CHPê û amaje bi wê yekê kir ku hişmendiya CHPê, jinan bênirx dike.

Meryem Kîraz, di ser hesabê medyaya civakî ya partiya xwe re daxuyaniyek da û got,

"Hişmendiya CHPê, jinên me di her qadê de mexdûr kiriye. Jinên Misliman ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji zanîngehan hatin îxrackirin, ji mafê karkirina di sektora cemaweriyê de hatin bêparkirin, li gelek cihan rastî zext û zordariyê hatin.

Hişmendiya ku dixwaze jinê bêqîmet bike, hişmendiya  CHPê ye. Ji bo ku qedexeya serpêçanê ya li ber deriyê zanîngehan bê rakirin, bi salan em têkoşiyan.

Heger hişmendiya CHPê were ser desthilatdariyê, dê di gelek qadan de me jinan asteng bike. Di dijminatiya xwe ya li hember jinên ku wekî wan nedifikirîn de her tim sînor nas nedikirin."

Parve bike: