Cîhan
Hukumeta Lîbya devera Ed-Dawûna xiste destê xwe
PeyamaKurd- Hêzên hukumeta Lîbyayê ya ku Neteweyên Hevgirtî wê rewa nasdike, li dijî hêzên general Hafter şer dike û hat ragihandin ku îro devera Ed-Dawûnê sitendine. Li 10 bajarên Lîbyayê li hemberê hêzên Hafter seferberî hatibû îlankirin.
Li gor ji navenda hukumeta Lîbyayê bi nivîskî hat ragihandin, li rojhilatê başûrê Trablûsê, operasyona ser bi bajarê Terhûnê dewam dike. Terhûn ciyeka stratejîk e. Serokerkanê Lîbyayê general Muhammed El Şerîf bo sîvîlan ragihand ku xwe ciyê şer dûr bixin.