Hulusi Akar: “Planên me weka tehdîd qebûl nekin”
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar û wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper bi rêya telefonê axifîn. Mijara axaftinê li ser avakirina herêma bi ewle bû. Hat ragihandin ku wezîr Akar li ser mijara avakirina herêma bi ewle weha gotiye:
-Tirkiye qebûl nake ku korîdora terorê ava bibe.
-Li rojhilata Firatê 30 km firehî û di temame sînor de herêmeka bi ewle û ji sîlihên giran hatibe xalîkirin.
-Eger bilîkirin(derengxistin) hebe wê Tirkiye dev ji vê xebata xwe berde.
-Amerîka wê desteka xwe ya sîlih û muhîmmatê ji PKK/PYD/YPG ê vekişîne.
- Tirkiye ne tenha ewlekariya millet û welatê xwe lê di heman demê de Kurd, Ereb, Asûrî, Mesîhî û Êzîdiyên ku li herêmê dijîn, ewlekariya wan jî dixwaze.
- Tirkiye dixwaze li gor riha NATO yê bi awayeka hevakerî stratejîk tevbigere û mijarê bi aştiyane hel bike lê dema lazim be, planên Tirkiyê yên din hene û ev plan divê weke tehdîd neyê fêmkirin.
Di çapemeniya Tirkiyê de van xalan ragihandin lê ji aliyê wezîrê Amerîkayê de çi hatiye gotin nayê zanîn, ji ber Pentagon hêj beyana xwe nedaye.