Hulusî Akar: Ser dê wisa bi hêsanî neqede
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, di daxuyaniya xwe ya li ser şerê Rusya û Ukraynayê de diyar kir ku şer dê bi hêsanî bi dawî nebe.
Hulusî Akar, di civîna nûnerên çapemeniyê yên Enqereyê de axivî û li ser kar û xebatên salane agahî parve kirin.
Akar, li ser pirsa di derbar şerê navbera Rusya û Ukraynayê de got ku
“Xuya ye ev şer dê bi hêsanî bi dawî nebe. Piştgiriya Amerîka, Ewropa û rojava berdwam dike. Li gorî vê yekê jî amadekarî, plan û pere di budçeyê de hene. Li aliyê din daxuyaniyên Rusyayê hene. Dema ku em van hemûyan bînin ber hev, ne şaş e ku em bibêjin ev şer tevî hemû neyeta me ya baş û daxwazên me yên agirbest û aştiyê, dibe ku di sala 2023yan de jî berdewam bike.”
“Em banga agirbestê dikin"
Wezîr Akar di dewama axaftina xwe de got, “Em wekî Tirkiye dibêjin 'agirbest.' Em dibêjin herî kêm agirbesteke mirovî. Paşê agirbesteke mayînde û paşê jî hevdîtinên aştiyê. Tirkiye di vî warî de bi biryar e xebatên xwe berdewam bike. Em ligel bidawîbûna şer û hatina aştiyê ne.”