TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûrahiya sewqiyatên Amerîkayê bo Rojhilata Navîn askera bûn

Admin M
Nivîskar
📅 25 gulan 2019 03:20

PeyamaKurd- Dîrektorê serokerkaniya Amerîkayê Koramîral Michael Gilday ragihand ku di seweqiyata ya li dijî Îranê de; alavên bo keşfê yên bimirov û bêmirov, tabûreka batarya ku ji 4 patriotan avabûye, bo pêşdebirina parastina wan, yekîneyeka endazyaran û ji fîloyeka keştiya şer pêk tê. Ragihandin piştî ku Trump biryarê da, da îlawe hezar û 500 leşkeran bişîne Rojhilata Navîn, ji aliyê Gilday û wekîlê musteşarê parastinê yê Pentagonê Katie Wheelbarger de, di civîna çapemeniyê de hat dayîn.

Gilday ragihand ku daxwaza îlaweya leşkeran û alavên leşkerî ji fermandarê giştî yên hêzên navendî (CENTCOM) ji aliyê orgeneral Kenneth F. McKenzie de hatiye xwestin. Dê hefteya pêşiya me bên sewqkirin û weha dewam kir:

“Van ûnsûran bo civandina agahiyan ji fuzeyên seyrê yên Îranê bidest bixin, bo civandina agahiyan ji balafirên Îraniyan, alavên bêmirov û bimirov xwestine. Bo parastina ji tehdîdên fuzeyan tabûra Patriotan, bo parastina hêzan, yekîneyeka endazyaran û ji keştiyeka şer ya ji balafiran pêk tê. Ev tev tê vateya 1500 leşkeran.”

Berê di herêmê de wezîfeya 4 bataryayên Patriotan qediyabû lê niha wextê wan hat dirêjkirin. 600 kes di wan de wezîfedarin û wextê wezîfa wan hat dirêjkirin û ev tê vateya ku leşkerên bên şandin, jimara wan dikeve binê hezarî.

Gilday got ku di hefteya borî de, êrîşên ku bo ser 4 tankêran hatin kirin ji aliyê artêşa Îranê de hatiye kirin û grûbên bi ser Îranê ve roket avêtin Bexdayê. Îran niha di pratîkê de, di herêmê de di nava êrîşan de ye.

Parve bike: