TR KU SO
FB X
Cîhan

Husên: Bi çapkirina dînar pirsgirêka mûçeyan çareser nabe

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2026 12:43

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, ji kanala Al-Şerqiye re axivî û li ser rewşa niha ya Tengava Hurmizê û îhtimala paşketina mûçeyên karmendan li Iraqê got, "Ew rast e, şiyana darayî ya Iraqê niha tenê 125 trîlyon dînar e. Em nikarin bi çapkirina dînar jî pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew pêngaveke nerênî ye."

Husên diyar kir: "Iraq nikare ji pereyên yedek mûçeyan bide û dahata navxwe jî kêm e, lê dikare bi awayên din mûçeyan dabîn bike, ji wan jî deyn û qerên navxweyî."

Fuad Husên eşkere kir: "Heger şer heta dawiya salê berdewam bike, karesat dê rû bide. Lê em hewl didin hinardekirina petrolê rojane zêde bikin bo 600 û 700 hezar bermîlan û herwiha divê bi rêya tankeran jî petrolê hinarde bikin, lê ev pirsgirêkên me çareser nakin. Wê demê pêwîst dike em berê xwe bidin welatên Kendavê û Ewropayê daku alîkariyê ji bo Iraqê werbigirin."

Parve bike: