TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî êrîs kirin ser Saûdî Aramcoyê û agir bi Aramcoyê ket

Admin M
Nivîskar
📅 26 adar 2022 04:28

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê êrîş kirin ser şîrketa petrolê ya Erebistana Si’ûdiyê ya bi navê Saûdi Aramco yê ku li bajarê Cidde ye û di encamê de agir bi tesîsa Aramcoyê ket. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; berdevkê koalîsyona Ereb ya li dijî Hûsiyan Turki el-Maliki ragihand ku êrîş hatiye ser tesîsên Aramcoyê.

Maliki got ku êrîş ji aliyê Hûsiyên ku Îran destekê dide wan hatiye kirin û di 2 depoyên petrolê de şewat derketiye. Agir hatiye vemirandin û zayiata canî tineye. Maliki got ku hedefa Hûsî û Îraniyan ew e ku di ser enerjiyê de bandorê li ser darayiya dinyayê bikin.

Wezareta enerjiyê ya Erebistanê ragihand ku li bajarê Cidde û devera Cizanê bi fuzeyan li tesîsên Aramcoyê xistine.

Parve bike: