Cîhan
Hûsî êrîsê lîmana El-Muhayê kirin û xesarê dan depoyên alîkariya mirovî
PeyamaKurd – Li başûrê-rojavayê Yemenê Hûsiyên çekdar bi fuze û dronan êrîşê lîmana El-Mûhayê kirin û di encamê de depoyên ku alavên alîkariya mirovî di wan de bûn xesara mezin dîtin.
Berdevkê Hêzên Hevbeş yê Perava Rojava albay Wahad Ed-Debîş ragihand ku Hûsî bi 4 fuzeyan û 3 dronan êrîş kirine lîmanê û alîkariya ji bo li feqîran belav bikin ku bi deh hezaran kolî bû ne, di depoyan de şewitîne û xesareka zêde dane koliyan. Debîş got ku ji 3 dronan 2 ji wan xistine.