Cîhan
Hûsî, li Adenê êrîsê kestiya Amerîkayê ya barhilgira leskerî kirin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan li Kendava Adenê êrîşê ser keştiyekî Amerîkayê ya ku barê leşkerî hildigirt kirine û navê keştiyê Ocean Jazz e. Li ser mijarê hêzên çekdar yên Yemenê ragihand ku bê guman wê Amerîka û Îngîltere heyfa xwe ji Hûsiyan hilde.
Hûsî di daxwuyaniya xwe de gotin ku ew li Adenê êrîşê ser keştiya barhilgir ya bi navê Ocena Jazz kirine û weha dewam kir:
“Hêzên Çekdar ên Yemenê dizanin ku wê Amerîka û Îngîltere li hemberê êrîşa wan tola xwe hildin û eger êrîşê bikin wê bê ceza nemine.”
Amerîka an Îngîltere negot bê di encama êrîşê de çi qewimiye, kesên mirî an birîndar hene an na!