TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî: Me êrîsî kestiya ser USS Gravely ya DYA kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2024 19:11

PeyamaKurd - Milîşeyên Hûsî yên giredayî rejîma Îranê ragihandin ku hêzên wan, li Deryaya Sor, keştiyeke şer a Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi mûşekan kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya medyaya civakî ya X'ê de angaşt  ku hêzên Hûsiyan li Deryaya Sor li dijî hêzên deryayî yên DYAyê êrîşeke mûşekî pêk anîne.

Serî di daxuyaniyê de destnîşana kir ku keştiya DYA ya ku bûye armanca mûşekên wan USS Gravely ye û got ku hêzên wan bi mûşekên deryayî yên goncav ew keştî kirine armanc.

Berdevk Yehya Serî da zanîn ku wan "vê êrîşê bi mebesta piştgirîdayîna gelê Filistînê û bersivandina êrîşên DYA û Brîtanyayê yên ser Yemenê pêk anîne."

Parve bike: