TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî: Me li kestiya Îsraîl a 'MSC SARAH V' xist

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 26 hezîran 2024 18:52

PeyamaKurd - Hûsiyên ku ji 31ê Cotmeha 2023an vir ve, li peravên Yemenê hêrişî keştiyên bazirganiyê yên goya girêdayê kompanyayên Îsraîlê ne dike, angaştin ku hêzên wan li keştiyeke Îsraîlê ya bi navê "MSC SARAH V" dane.

Hûsiyên Yemenê ku rejîma Îran piştgiriya wan dike ragihand ku hêzên wan li Kendava Besrayê, bi mûşekeke balîstîkî li keştiyeke Îsraîlî xistine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya bi ser medyaya civakî de diyar kir ku hêzên wan li dijî keştiyeke Îsraîlê ya bi navê "MSC SARAH V" hêrişek pêk anîne.

Serî da zanîn ku hêriş, li dijî keştiya li Bêndera Besrayê pêk hatiye û diyar kir ku wan hêrişê bi mûşekeke ku nû hatiye çêkirin pêk haniye.

Serî amaje bi wê yekê jî kir ku eger Îsraîl hêrişên xwe yên li dijî Xezzeyê rawestîne û dorpêça li ser Xezzeyê rake, ew ê hêrişên xwe yên li dijî keştiyên Îsraîl û hevalbendên wê rawestînin.

Parve bike: