Cîhan
Hûsî: Me li navendên stratejîk yên Siûdî xistin
PeyamaKurd - Hûsiyên li Yemenê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin ragihandin ku wan di heman demê de li hundirê Erebistana Siûdî gelek navendên leşkerî û aborî yên girîng xistine.
Li gorî daxuyaniya Hûsiyan, avahiya Wezareta Parastinê ya li Riyada paytext, Firokexaneya Navdewletî ya King Fahd a li Dammamê, tesîsên pargîdaniya Aramcoyê yên li Yanbuyê û Firokexaneya Navdewletî ya Abhayê ketine ber van êrişan.