Cîhan
Husiyan êrîsî merasîma kampa leskerî kir: Herî kêm 41 kustî…
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran alîkariya wan dike, li Adenê bi fuze û balafirên bêpîlot êrîşî ser merasîma leşkerî ya Hêzên Çekdarên Yemenê kirin.
Li gorî zanyariyan herî kêm 41 leşker hatine kuştin û fermandarê payebilind ê Yemenê General Munir Yafee jî di wê êrîşê de hatiye kuştin.
Hêzên Çekdarên Yemenê êrîş piştrast kir û ragihand ku piştî êrîşa bi ser kampa Cela ya leşkerî li Adenê operasyon li ser Hûsiyan hatiye destpêkirin.