Hûsiyan êrîsî Tel Avîvê kir: gelek kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li gorî Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) hat ragihand; ji ber fuzeya balîstîk a ku ji Yemenê hat avêtin li herêma navendî ya deng bi sîrena ketiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hewldanên desttêwerdanê yên ji bo rawestandina fuzeya ku hatiye avêtin bi ser neketiye û moşek li parkeke Tel Avîvê ketiye.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 18 kes birîndar bûne, ziyana di dema êrîşê û piştî êrîşê de ji kamerayên amator hatiye kişandin.
Li gorî AFPê tîmên tenduristiyê yên Îsraîlê ragihandiye ku di êrîşa bi roketan de 16 kes birîndar bûne ku birînên wan sivik in.
Polîsên Îsraîlî diyar kir ku di êrîşê de gelek wargehan zirar dîtiye.
Hûsiyên Yemenê ragihand ku hedefa leşkerî ya Îsraîlê ya li herêma Yafayê (Tel Avîv) bi moşeka balîstîk a hîpersonîk hatiye bombekirin.