TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsiyan gef li DYAê xwarin: Em ê berjewendiyên we bikin armanc

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2026 16:04

PeyamaKurd - Koma Hûsiyan ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve wekî rêxistineke terorîst tê naskirin, li ser gelek eniyan gefên tund xwarin.

Berpirsekî Hûsiyan ji ajansa AFP re ragihand ku eger Amerîka piştgiriya Erebistana Siûdî bike, ew ê hemû berjewendiyên DYAê yên li herêmê bikin armanc. Heman berpirsî têkiliya xwe ya bi Îranê re jî tekez kir û got: "Em û Îran hevalbend in û wekî yek laşî ne."

Ev gefên nû di demekê de tên ku liv û tevgerên leşkerî yên Hûsiyan li ser peravên rojavayê Yemenê û kontrolkirina wan a li ser giravên stratejîk ên nêzîkî Tengava Bab el-Mendeb, bûne sedema metirsî û zexteke mezin li ser ewlehiya rêyên bazirganiya navneteweyî.

Parve bike: