Cîhan
Hûsiyan li Behra Sor û Okyanûsa Hindê 2 kestî kirin hedef
PeyamaKurd – Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sari ragihand ku wan 2 keştî li Deryaya Sor û Okyanûsa Hindê kirine hedef.
Sari di axaftina xwe ya ku li televîzyona El-Mesîra hat weşandin de derbarê mijarê de daxuyanî da.
Yahya Sari diyar kir ku hêzên wan li Deryaya Sor li dijî keştiya barhilgir a petrokîmya ya Amerîkayê ya bi navê "Olympic Secret" operasyoneke leşkerî pêk anîn.
Berdevkê Sari diyar kir ku di êrîşê de 11 moşekên balîstîk û 2 balafirên bêmirov (ÎHA) hatine bikaranîn û got ku wan rasterast ST.JOHN a li Okyanûsa Hindê bi moşeka bask hedef girtin.
Yahya Sari tekez kir ku keştî ji ber binpêkirina qedexeya ketina benderên dagirbûyî yên Filistînê hatiye hedefgirtin.