Cîhan
Hûsiyan ragihand ku li Derya Ummanê li kestiya balafiran ya DYAyê xistine
PeyamaKurd – Berdevkê leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yahya Sare, li ser êrîşa keştiya balafiran ya DYAyê ya bi navê USS Abraham Lincolnê got ku Hûsî li Derya Ummanê, bi fuzeyên seyrê û dronan êrîşê keştiyê kirine.
Her weha di Derya Sor de, di êrîşeka dinê de bi fuzeyên balistik û dronan êrîşê 2 destroyerên DYAyê kirine û wê êrîş heya şerê Xezayê û Lubnanê raweste, dê dewam bikin.
Terefê DYAyê, heya niha li ser her dû êrîşan ti agahî nedaye.
Di encama êrîşan de çi hatiye serê her sê keştiyan nehat zanîn.