TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsiyên Yemenê: “Em hêjî terefdarê astiyê ne”

Admin M
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2024 03:59

PeyamaKurd – Li Derya Sor êrîşên Hûsiyan yên ser keştiyên bazirganî dewam dikin û li aliyê dênê Amerîka û Îngîltere bi hevparî ji hewayê de li baregehên Hûsiyan yên Yemenê dixin. Hûsî weka ku tewrê xwe hinekî nerm kirin û gotin ku ew hêjî terefdarê aştiyêne û hêvî dikin ku tevgerên Amerîkayê li hemberê xelkê Yemenê û Fîlîstînê biguherînin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Hûsiyan Huseyn El-Azzî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku ew terefdarê aştiyê ne, gengeşeyan daxin asta herî kêm û wê Amerîkayê teşwîq bikin ku di tewrê Amerîkayê li hemberê Yemen û Fîlîstînê de guherînê bikin.

Li aliyê dinê Azzî got ku hêzên wan xwediyê şiyanê ne ku li Derya Sor, Derya Ummanê û li Derya Sipî dikarin keştiyan noqav bikin û wê pêngava xwe bihêlin wextekî din.

Hûsî îro jî ragihandibûn ku Îngîltere û Amerîka li bajarê Hudeyde 2 êrîşên hewayî kirine.

Lê di daxwuyaniya Hûsiyan de tê dîtin ku li aliyekî dixwazin aştiyê bikin û li aliyê dinê dibêje ku xwediyê şiyanên noqavkirinên keştiyane û ev her dû gotin li dijî hev in.

Piştî daxwuyaniya Hûsiyan niha herkes bende ye bê Amerîka wê çi bersivê bide Hûsiyan.

Parve bike: