Cîhan
Îbadî ragihand ku digel Sedr li hev kirine
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî, di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya heftane de ragihand ku ligel Rêberê hevpeymaniya Saîrûn gihiştine lihevhatineka damezrandina hikûmeteke teknokrat.
Îbadî destnîşan kir: “Ligel Seyyid Muqteda Sedr liser pêkanîna hikûmetek teknokrat a dûrî partiyetî û mezhebî me li hev kir. Daxwaza me ev e ku, hemû aliyên siyasî beşdariyê bikin. Em nikarin hin aliyên aiyasî piştguh bikin, ev rêyek ne rast e, jiber fikrên weha DAIŞ karî ji 3/1 xaka welatê me control bike“.
Ligor Serokwezîrê Iraqê dê hikûmeta nû di demek kin de bê avakirin.