Cîhan
Îbrahîm Reîsî: “Em dev ji Trumpê terorîst bernadin”
PeyamaKurd- Serokê erka darizandinê yê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand ku divê mijara kuştina Qasim Silêmanî bigihînin seha navdewletî û got:
“Em ê dev ji Trumpê terorîst bernedin.”
Reîsî got ku kuştina Qasim Silêmanî bûyereka hûqûqî nîne û wê mijarê bikin mijara navdewletî. Reîsî weha dewam kir:
“Divê em bi singa Trumpî weka terorîstekî derece yekem bigrin. Em ê wî di dadgeha navdewletî de darizînin. Eger ev binpêkirina Trump di raya giştî de bê bertek bimîne, em nikarin rê li ber Amerîkayê bigrin.