Îbrahîm Reîsî: Ji bo rakirina ambargoyê em ê li hevdîtinên Vîyenayê vegerin
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser ji nû ve destpêkirina danûstandinên atomî ragihand ku vegera danûstandinên atomî di bernameya dewletê de ye û armanca wan rakirina ambargoyê ye.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvîneke televîzyonî de li ser pirsa rêkeftina atomî got, bi armanca rakirina ambargoyên aborî ew ê dest bi danûstandinan bikin û nabe ew di bin guşarê de bin.
Hêjayî gotinê ye, ji dema ku Îbrahîm Reîsî weke serokomarê Îranê dest bi kar kiriye ve, gotûbêjên li ser vegera li peymana nukleerî yên li Vîenayê hatine rawestandin ku ev daxuyaniya Reîsî diyar dike ku Îran li hevdîtinên Vîyenayê vedigere.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di sala 2018an de, ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiyabû û dorpêçên aborî yên ser Îranê jî zêde kiribûn.
Li aliyê din Îranê jî dest bi dewlemendkirina asta ûranyomê û meyandina wê kiribû ku ev yek rastî bertekên welatên rojavayî hatibû.