Îdda: “PYD û Rejîma Sûriyê bi dizî hevdîtinan dikin!”
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rejîma Sûriyê hevdîtinên bi dizî bi hev re dimeşînin û PYDê xweseriyê dixwaze.
Di derbarê mijarê de îdda ji çapemeniya Tirkiyê hat. Li gorî îddayê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rejîma Sûriyê hevdîtinên bi dizî bi hev re dimeşînin û Amerîka jî mudaxeleyî hevdîtinan dike. Li gorî çapemeniya Tirkiyê; PYD û Rejîma Sûriyê li ser van xalên jêr li hev kirine:
1.Serokê Wezareta Nefta Sûriyê, divê yekî Kurd be.
2.PYD dikare ji %25 hatina neftê ya niha bide Rejîma Sûriyê, ji bedêla vê jî rejîm jî wê desteka endezyariyê wê bide PYDê û hilberînê zêde bike.
3.Çalên neftê û neft û xazê yên li herêma Dera Zorê, wê bi hevkarî werin şixulandin.
4.Rejîm wê benzîn û mazota palandî bide PYDê.
5.Divê neqilkirina neft û xazê ji aliyê şirketekeke Amerîkî ve were kirin.
6.Li herêma Bendava Tabqayê ya ku di bin qontrola PYDê de ye, xetên ceyranê wê werin kişandin.