Cîhan
Îddîa: Trump alîkarî ji ser YPGê qut kir!
Hat îddîakirin ku Serokomarê Amerîkayê alîkariya ji bo avakirina bajaran, da sekinandin.
Koalîsyona navnetewî ji bo herêmên di bin qontrola YPGê de careke dî werin avakirin û ‘edilandin, 200 Mîlyon dolar veqetandibû.
Rayedarên Amerîkayê ji Wall Street Journalê re axivîn û wiha gotin: “Qesra Spî, rola Amerîkayê ya li ser pêşeroja Sûriyê nirxandin û alîkarî hate cemidandin. Ev biryar piştî axaftina Trump ya ku digot Amerîka wê ji Sûriyê derkeve, re hat.
Roja pêncşemê Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku ew ê ji Sûriyê derkevin lêbelê Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Nauert berevajî vê gotinê axivîbû.