Cîhan
Îdia: Ji bo Xezayê, dê agirbest bê kirin
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reutersê, li ser çend çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê, Amerîka, Misir û Îsraîlê li ser agirbesta li başûrê Zîvala Xezayê li hev kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku lihevkirinek hatiye kirin ku Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin da ku alîkariyên mirovî bigihîjin herêmê.
Di daxuyaniya Hamasê de hat diyarkirin ku haya wan ji peymanê tuneye û jê agahdar nebûne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di 15ê Cotmehê de dema serdana xwe ya Misirê bi dawî kiribû, daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû ku “Deriyê Sînor ê Refahê dê car din bê vekirin.”