TR KU SO
FB X
Cîhan

Îdîaya flas... Trump biryar da Amerîka ji peymanê vekise

📅 08 gulan 2018 23:51

PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku Amerîka ji peymana nukleerî ya digel Îranê vekişe.

Li gor xebera New York Timesê, Trump bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê xeber da û biryara xwe ya vekişîna ji peymanê ragihand.

 Çavkaniyekê jî bo Reutersê xeber da û diyar kir ku dê Amerîka hemû ambargoyên berê yên li ser Îranê careke din bisepîne.

 

Ji aliyekî din ve Fransayê îdîaya ku Trump biryar ji Macron re gotiye red kir û ragihand ku di axaftina telefonî de Trump behsa biryarê nekiriye.

Parve bike: