Îdiaya Ûkraynayê: Rûsya agahiyên îstîxbaratî yên baregehên Amerîkayê dide Îranê
PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî û rayedarên payebilind ên Ewropî îdia dikin ku Rûsya di şerê li dijî Îranê de bi awayekî çalak piştgiriya îstîxbaratî û teknolojîk dide Tehranê.
Li gorî daxuyaniyan, Moskow wêneyên peykan û agahiyên elektronîkî yên baregehên leşkerî yên Amerîkayê ji bo Îranê peyda dike.
Serokê Ûkraynayê Zelenskî destnîşan kir ku "delîlên tekez" di destê wan de hene ku nîşan didin peykên Rûsî wêneyên tesîsên leşkerî yên Amerîka û hevalbendên wê dikişînin û radestî Îranê dikin. Di nav van hedefan de baregehên stratejîk ên wekî Diego Garcia, Balafirgeha Navneteweyî ya Kuwêtê û Baregeha Hewayî ya Prens Siltan a li Erebistana Siûdî hene.
Ewropa Washingtonê hişyar dike
Karbidestên Ewropî diyar dikin ku hevkariya di navbera Moskow û Tehranê de ji ya ku Washington bi fermî qebûl dike kûrtir e.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku Rûsya bi dayîna agahiyên îstîxbaratî alîkariya Îranê dike da ku Amerîkiyan hedef bigire. Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey jî ev rewş wekî "destê veşartî yê Pûtîn" ê li pişt çalakiyên leşkerî yên Îranê pênase kir.
Her wiha Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot destnîşan kir ku nîşanên xurt hene ku Rûsya rasterast beşdarî şiyanên şer ên Îranê dibe û vê yekê wekî "hevkariyeke dualî" bi nav kir.
Helwêsta Amerîkayê: 'Hevkariya bijartî'
Tevî hişyariyên tund ên ji Ewropayê, rêveberiya Washingtonê bi baldarî nêzîkî mijarê dibe. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku piştgiriya Rûsyayê ya ji bo Îranê bandoreke mezin li ser operasyonên leşkerî yên Amerîkayê nake. Îstîxbarata Amerîkî jî radigihîne ku her çend di navbera Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur de "hevkariyeke bijartî" hebe jî, ev hîn negihîştiye asta hevpeymaniyeke stratejîk a tam.
Hevkariya leşkerî ya her du welatan di salên dawî de bi taybetî di warê wesayîtên hewayî yên bêmirov (dron) û parvekirina teknolojiyê de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev îdiayên nû nîşan didin ku eniya şer a li Ukraynayê û rageşiya li Rojhilata Navîn bi awayekî îstîxbaratî bi hev re hatine girêdan.